1. ji 24 ê Kanûna 2009 de tê bikaranîn niha hejmara bikaranerê wê yên Kurmancî 6 hezaran derbas kiriye. |
|
23.01.2014 04:37 |
berxweda
|
2. heke ku tenê ji aliyê 6 hezar kesan ve tê bikaranîn hetika mezin e ji bo kurdan. |
|
23.01.2014 05:43 |
oxir
|
3. tişta ku teqez ji 6 hezaran zêdetir kes bikartîne ye. |
|
23.01.2014 11:10 |
brusk56
|
4. min ev hejmar ji îstatîstîkekê stendiye ew jî ya rûpela ciwan haco ye ku 418 hezar endamên wê hene. |
|
23.01.2014 14:46 |
berxweda
|
5. tiştê ku bi îstatîstikên şaş li ber çavê mirovan reş dibe * |
|
23.01.2014 22:30 |
oxir
|
6. facebooka ku min bi xwe jî di karê wergerandinê de tabeke mezin pê re dîtiye, lê ligel hemû bang û daxwaziyên me hê jî gelek kes ên ku ji min çêtir bi kurdî zanin facebooka xwe nakin kurdî.. bawer nakim ku kesên facebooka kurdî bikartînin ji 10 hezarî zêdetir bin.. niha nayê bîra min lê berê metodek hebû ku mirov dikarî pê têderxe û bizane bê ka kî facebooka xwe bi çi zimanê bikar tîne, bi vê metodê me eyb û rûreşiya gelek nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, ku facebook bi zimaneke din bikar dianîn da ber rûyê wan.. hinekan jê lêborîn xwest û zimanê xwe kirin kurdî û hinekan jî tirr ji xwe bernedan û ser guhê xwe re avêjt.. |
|
23.01.2014 22:39 |
endazer
|
7. Gava ku hûn vê girêdankê bitikînin, hûn ê bibînin ku ev endam bi çi zimanî facebookê bikartîne. |
|
23.01.2014 22:45 |
berxweda
|
8. tişta ku ji aliyê %19.4ê kesên rûpela tirşikê a li ser facebookê ecibandî tê bikaranîn e. |
|
31.01.2014 20:14 |
brusk56
|
9. mijara ku divê êdî navê wê bibe facebooka kurmancî ye * |
|
29.10.2014 23:06 |
berxweda
|
10. gere ku bibe kurdî(kurmancî), kurdî(kirmançkî/zazakî). |
|
29.10.2014 23:08 |
endazyar
|
11. tişta ku îstatîstikên wê yên nû amade dibine. |
|
29.10.2014 23:08 |
berxweda
|
12. bi rastî jî diviya navê wê biba "kurmancî".heman tişt di wîkîpedîa yê jî de heye.ez bi xwe gelek aciz dibim ji ber vê rewşê.. |
|
30.10.2014 00:33 |
vêca çiyeeee
|
13. Tişta ku ji xwe ji aliyê kurdan ve nayê bikaranîn. Çi zazakî çi kurmancî. |
|
30.10.2014 16:49 |
brusk56
|
14. ji zaravayê kurmancî pêşî, ji bo zaravayê kirmanckî jî dibe. |
|
30.10.2014 19:02 |
endazyar
|
15. çend sal berê, -belkî hîn xwendekar bûm- li otobûsekê zilamekî mezin ê xuya bû ji karadenizê bû, hat cem min û ji min rica kir zimanê facebookê bikim tirkî. min li sepanê neriya ku kurdî ye. heta wê demê nizanîbûm kurdiya wê jî heye. |
|
18.02.2022 19:37 |
biruya hayao miyazaki
|
16. dibêm qey Xwedîye malpera facebboka gundê me ye. Camêr Xwedêjêrazî parvekirinên xwe peyamên xwe pirani Kurdî datîne. Belê kêmasî ji alîyê rastnivîsê hene lê wekî din ji peyamên wî devoka Omeriyan difûre. |
|
19.02.2022 01:27 ~01:27 |
pîroz
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |